xewna
li ber deriyê hewşa jacqueline roqueê
I.
li ser pişta min tabûtek tengalek, tê
da tijî term!
meşiyam meşiyam meşiyam
li çolê, bi tenê, rê û rê bê rênîş,
di bin tavê da.
rastî refên çivîkên çoleme hatim;
hilgirtibûn (ew)
ewrên baranê, difirîyan ber bi
rojhilat, berê wan
li warê
nêrgizan bûn.
II. |
| jacqueline roque, picasso |
(destên jacqueline roqueê bi hev ra
girêdayî ne:
116 x 88,5cm. li dîwarê min daliqandî
ye. rind e.)
çik sekinîm, berevajî bû cî - xan,
filitîm ji xewnê!
III.
tabût: bîra min e korr bû / sînor e,
êş û jan in jê
dikişe
çol: kirasê min bû / rizî ye, xwe bi
rihê min ve a-
landiye
rê: bêguman daristanek bû / dûr e,
dimeşim, na-
gihîjimê
tav: dirûnkarekî diltenik
bû/dirûnkarekî diltenik
e,
didirû/t tenêtiyê bi tenêtiyê ve.
(…)