imagism and imagism – lê ev
helbest li gorî banga imagismê nehatiye nivîsandin
va, tên ew hespên ji beriya zayînê
mane: li ser piştên wan lejyonên roma-
yê, di destên wan da zagonên mamoste duce, kanto bi kanto dibêjin û tên!
digerin ha
digerin, şa’irekî, di sedsala bîstan
da.
ji min dipirsin, ku ye weston loomis? bi kelecan!
nizanim, nasnakim, dibêjim! berê wana
didime
mediterraneoyê,
hişê min da pirsên xwerû –ac/dc:
l’m on the highway to hell, ez li ser rêya dojehê
me!- gav bi gav ber bi ezra pound ve dimeşim!
reş in, mîna zagonên duce, reş! lê, ezra,
na! şîn.
na na, ne fascismo / yê be mijara me, na! bala xwe bidinê, bes bes, em ê
li ser baxê îremê, the middle east, atthis û li ser the waste landê biaxivin!
(rê dawî bû, ez li ber deriyê dojehê me)
*nebû. ez ê paşê lê vegerim. belkî.