di
dîrokê da leyla hene: ron – serfiraz e leyla
li
wir sekinî ye, şefeqa korr, bexda! ji ra bibêjin,
kanê çelenga me leyla?
leyla,
bo xwedê, bêje! tu berxa kîjan çiyayê yî?
leyla, xewna te şîn e, şîn!
were,
serê xwe dane ser çokê dîya xwe, ez ê bi
gulîyên te alekê çêkim ji te ra!* -
di
dîrokê da leyla hene: ron – serfiraz e leyla.
kanê çelenga me leyla?
leyla, xewna te şîn e, şîn!
No comments:
Post a Comment