Showing posts with label music. Show all posts
Showing posts with label music. Show all posts

Saturday, February 1, 2025

Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir

 Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 
Çîrokeke berê me ez, ji xewna spîndarekî têm.
Ey hespê ku ez li ber deriyê çiyê pêrgî hatim!
Bireşîne bijîyê xwe, bibeze çardeşevê, bigihîje
                        wê bîra korr û bibêjê:
 
          Ka ew sosina li hewşê?
Ya ku min û bayê pê ra hevaltî dikir / li dorê
dizivirîn em – mîna dînê dinyayê.
 
Mıj di paşila dîclê da mit bûye, ez çavên xwe
vedikim li ber tava elindê, xeber ji min ra tên
xeber! Dibêjin, di bin siya spîndarekî, gihiştî-
                 ye mirazê xwe sosina li hewşê.
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 

Saturday, February 17, 2024

Dengê Darê

Dengê Darê

bo Seyîdxanê Boyaxçî û Ennio Morriconeyî
 
        Kêr ji zireta gulê ye li vir
         di hişmendiya min da
    nexş û nîgarên bêhndar
             bi gulê ve
               hate vebirîn.
         Heyameka din jî, dîsa
         li hewayê dardakirî ma
             dem û dewran
         navbera du kanîyan da
         dem û dewran
         ax, min rihê xwe jî
             pê ve daliqand.
   Bicivin, werin, xwişk û birayên min
        ên delal, dilore
        — ev banga dengê darê ye —
             îroj şîn e, şîn.

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...