Jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr
Ka / ji min ra behsa xewna xwe bike / SibyllaSûretê te bûye spîqelqaş, mîna hîvê, tazî. Sibylla, tu kê ditirsî?
(jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr)
Rihê te agir e, dikele, tu delalîya xwe dinêrî mexmer mexmer:
Jerusalem!
(jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr)
Gevez; gulpegulpa dilê te ye niha, Sibylla, li ber derî çi difikirî?
Jerusalem!
(jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr)
Hilde, Sibylla, bira hespên min bi te ra bin, bifirîne ji dûrîyê ra.–