Showing posts with label şiir. Show all posts
Showing posts with label şiir. Show all posts

Saturday, September 6, 2025

ba diçizîne rabe em herin guhê xwe bidinê

ba diçizîne rabe em herin guhê xwe bidinê
 
ez û bafiroka xwe dişibine hev, bafiroka min li hewayê ye her roj  
difire difire – bi tîrojên
      tavtangê ra dileyîze.
 
em bi serê xwe ne, mîna welatê xwe, tikatenê.
 
ez li jêrê me, li pêsira van çiyayên reş, rênîş im guhê xwe didime
ba û bahoran, ez bi ku alî da
      herim bafiroka min li dû min e.

Wednesday, January 24, 2024

Kosmos

Kosmos
 
Ez bi çi awayî gazî te bikim, hey lêlê, xatûnê
du şevreng in, hilmek ji avê ye, ew çavên te!

Du reşeba, dûrr û agirnak! du çira, ji qewmê
zeytûnî! -hûrik hûrik hûrikokî nîn in- lê gava 
dibişirin -heyhat!- hêdî hêdî dibişkive ev dilê
min! –di rastîyê da tu heyî, va, li wir sekinîyî
were min bibîne, ey perî, were min biafirîne.

Ez di orta valayîyê da me, xweş, diniqute şev

bêje ji min ra, audrey hepburn, ew tu yî, ew?

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...