Showing posts with label imagism. Show all posts
Showing posts with label imagism. Show all posts

Friday, September 26, 2025

Nîgaş

 

Nîgaş
 
Sivik. Moran bi moran e: dîwanek û xuyangek.  
 
      Hebe tunebe
Sê sed û heftê sal e, dara gûzê li hêvîya mirazê xwe ye.                                             
           Hevalbendê qijika şîn                
                û çiyayê reş e.  
            Bipirsin, em hevsond in, dibêje. –
      Hebe tunebe                  
Sê sed û heftê sal e, dara gûzê li hêvîya mirazê xwe ye.           
         Min jimirî. Dara gûzê dara gûzê du çiqil e.
                                 Qîj.
 
Dara gûzê niha di valahiyê da diheje: ba û zêmarek.         

Saturday, September 6, 2025

ba diçizîne rabe em herin guhê xwe bidinê

ba diçizîne rabe em herin guhê xwe bidinê
 
ez û bafiroka xwe dişibine hev, bafiroka min li hewayê ye her roj  
difire difire – bi tîrojên
      tavtangê ra dileyîze.
 
em bi serê xwe ne, mîna welatê xwe, tikatenê.
 
ez li jêrê me, li pêsira van çiyayên reş, rênîş im guhê xwe didime
ba û bahoran, ez bi ku alî da
      herim bafiroka min li dû min e.

Wednesday, October 30, 2024

Siwarên li pişt derî hespên xwe digeriyan

siwarên li pişt derî hespên xwe digeriyan

nêrgiza li mêrga dermalê berê xwe dabû tavê:

 
I. tarîstang bû, kevirek ji kuncika dîwêr qêrîya:
 
  go, hûn dibînin, haho hawar haho, bêdengî!
   li qadê, di nava gulan da pêşî hespan dikujin!
  go, navê hespê şêxê min derwêş e, bêdengî!
 
 
li hêvîya mexsed û mirazê xwe me, netemire. –
 
II. bayên gêlî, hespên reşkilkirî, hûn li ku man?
 
   pûşper bû, rengê mexmel bû zeman, têk çû!
    xewn têk çûn û hesp, berê wan ketibû bajêr
   digotin û dihatin, ji ber û xalîçeyan diniziliyan.
 

Sunday, August 18, 2024

Kulîlka li mala bavê min ji vî zemanî nebû

Kulîlka li mala bavê min ji vî zemanî nebû

Ez ê vegerim, digot, kulîlka li mala bavê min.
 
Dibêje: ez ji baxê îremê me, koll û kavil, an jî
ji bêhna royê me ez, li ber pacê, her sibe, zer.
 
Hûn stranên xwe bibêjin, digot, ez ê vegerim.
 
Dibêje: bi awayekî ev bang e, an jî xewn e ez
dibînim, şev nîvê şevê li malekê, li sînor, reş.
 
Ez ê vegerim, digot, kulîlka li mala bavê min.

Saturday, July 13, 2024

di dîrokê da leyla hene: ron - serfiraz e leyla

di dîrokê da leyla hene: ron – serfiraz e leyla
 
li wir sekinî ye, şefeqa korr, bexda! ji ra bibêjin,
      kanê çelenga me leyla?
 
leyla, bo xwedê, bêje! tu berxa kîjan çiyayê yî?
      leyla, xewna te şîn e, şîn!
 
were, serê xwe dane ser çokê dîya xwe, ez ê bi
      gulîyên te alekê çêkim ji te ra!* -
 
di dîrokê da leyla hene: ron – serfiraz e leyla.
 


*devkî. belav bûye. wisa dibêjin.

Wednesday, July 3, 2024

di dîrokê da cemîle hene: ron - serbixwe ye cemîle

 

di dîrokê da cemîle hene: ron – serbixwe ye cemîle
 
go, çi li dora xwe dizivirin! va, li wir e qart hadaşt;
de herin! -ka kê berx e kê beran e- em bibînin, de! –
 
binefşek, bêhn bi bêhn belav dibe, pejal pejal mor;
di nava çolê da stêrkeka sayî, el berberî, bûhayrad.
 
di dîrokê da cemîle hene: ron – serbixwe ye cemîle.

Thursday, June 6, 2024

hilmeka dûredirêj e meyrema hêlîna xwe digere

hilmeka dûredirêj e meyrema hêlîna xwe digere
 
1. bazar bû, xwezgînîyê meyremayê hatibûn dîsa!
    li devera kevirê xaç em rastî hev hatin, çîçek bû.
 

2. meyremayê meyremayê ti li van deran çi digerî?
    go ti dibinî – di çavên meyremayê da xem hebû!
   hilmeka dûredirêj e meyrema hêlîna xwe digere.
 

3. ey dengê dara hewrê ey ew hespên avê, xemilî:
    bisekinin, neçin, ez ê rihê xwe radestî we bikim.



Thursday, May 23, 2024

Kulîlk vedibûn hêdî hêdî li birca madirê

 

Kulîlk vedibûn hêdî hêdî li birca madirê

                                                     Xewn nebû, na!                    
Şeveqê hêdî hêdî diavêt / di rê da rastî wê qîzê hatim.
                                          Vîyan Vîyan!
              Gur, gur dibû dipekiya.
Porê te, dibêjim, Vîyan! Piltepilt, kê vedigire êvar êvar?
                               Dîtina ku min dît, haho hawar!
Dest û pê min lerizî, reşê qîr bû, bêguman leyla.
 
colên pêz ketibûne rê, awirên kêj dir, fîqîniya şivan bedew bû.
 
Kulîlk vedibûn hêdî hêdî li birca madirê.
                 Xewn nebû, na!
Destê xwe ji xaldî ra vekiri bû / bi vî nan î kim bi vî nan î!
Digot û dilorand.
    Ewqas jî dengşalûr bû.
 
Vîyan Vîyan! Rinda xorê, ka bibêje, tu heyî yî yan na? –

Friday, March 1, 2024

imagism and imagism – lê ev helbest li gorî banga imagismê nehatiye nivîsandin

 

imagism and imagism – lê ev helbest li gorî banga imagismê nehatiye nivîsandin
 
va, tên ew hespên ji beriya zayînê mane: li ser piştên wan lejyonên roma-
yê, di destên wan da zagonên mamoste duce, kanto bi kanto dibêjin û tên!
 
digerin ha digerin, şa’irekî, di sedsala bîstan da.

ji min dipirsin, ku ye weston loomis? bi kelecan!
nizanim, nasnakim, dibêjim! berê wana didime
mediterraneoyê, hişê min da pirsên xwerû –ac/dc:
l’m on the highway to hell, ez li ser rêya dojehê
me!- gav bi gav ber bi ezra pound ve dimeşim!

reş in, mîna zagonên duce, reş! lê, ezra, na! şîn.
 
na na, ne fascismo / yê be mijara me, na! bala xwe bidinê, bes bes, em ê
li ser baxê îremê, the middle east, atthis û li ser the waste landê biaxivin!
 
(rê dawî bû, ez li ber deriyê dojehê me)
 
 
 
*nebû. ez ê paşê lê vegerim. belkî.

 

 

 

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...