Saturday, October 4, 2025

mcmxcı

 mcmxcı

min xewnek hebû, ji sêrî bigire hata binî xwîn, sor!
   
    min xewnek hebû, gelî hevalan, min xewnek!
    germ, di kefa destê min da, mîna agirpijek bi
    serê xwe, dikeliya ha dikeliya ji kûr va! xewn!
 
de bêjin, ka kê we yê xewna min şîrove bike niha?

Friday, September 26, 2025

Nîgaş

 

Nîgaş
 
Sivik. Moran bi moran e: dîwanek û xuyangek.  
 
      Hebe tunebe
Sê sed û heftê sal e, dara gûzê li hêvîya mirazê xwe ye.                                             
           Hevalbendê qijika şîn                
                û çiyayê reş e.  
            Bipirsin, em hevsond in, dibêje. –
      Hebe tunebe                  
Sê sed û heftê sal e, dara gûzê li hêvîya mirazê xwe ye.           
         Min jimirî. Dara gûzê dara gûzê du çiqil e.
                                 Qîj.
 
Dara gûzê niha di valahiyê da diheje: ba û zêmarek.         

Saturday, September 6, 2025

ba diçizîne rabe em herin guhê xwe bidinê

ba diçizîne rabe em herin guhê xwe bidinê
 
ez û bafiroka xwe dişibine hev, bafiroka min li hewayê ye her roj  
difire difire – bi tîrojên
      tavtangê ra dileyîze.
 
em bi serê xwe ne, mîna welatê xwe, tikatenê.
 
ez li jêrê me, li pêsira van çiyayên reş, rênîş im guhê xwe didime
ba û bahoran, ez bi ku alî da
      herim bafiroka min li dû min e.

Tuesday, August 5, 2025

nicanor parra gazî dike ji çiyê bejêr kin wê helbestê


nicanor parra gazî dike ji çiyê bejêr kin wê helbestê

nehatime ji bo qewlika ji we ra bibêjim – leheng nîn im.
          pesindar, na, qet nîn im.
bi roj bi şev ji sikakên we ra derbas dibim – berbad, pîs
bila guhe we li min be, hevalno, helbest divê bikeve her
qulê.
 
helbesta min li van deran bêhna xwe vedide, dibêje parra.
nicanor parra

Saturday, August 2, 2025

helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vekir

helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vekir
 
helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vedike, rûgeş.
 
bo yê ku tiştek li ser tiştekî nexistiye: ba, bayê gulanê
ye, yanê ev bang e – merivan li ser
           rê û dirban dixe.
 
xweza dixwaze, va ye çivîkên beytik vedigerine hêlîna
xwe, ava çêm kûr kûr dikişe, ewrên asoyên sor li ser
                                   serê me ra derbas dibe.
 
û di orta vê kêlîyê da hilma min her ku diçe dikemile.

 

Sunday, July 27, 2025

helbest, hesp, rimbaud û kantata mirinê

helbest, hesp, rimbaud û kantata mirinê
 
I.
zeman teng e, li ber devê kêrê da ye, xwe diguherîne bi sor
                                                                       û gizirî.
 
rimbaud bi hespê xwe yê mexmer va derdikeve li ser dîkê
     êdî li hemberî helbestê ye: çake dibêjim, amade me
                            birijîne xwîna sor li ser xaka sar.
 
II.
hespê mexmer radibe li ser du lingan – zîn e: zeman teng e
yê kîngê biqede ev xuyang? lewra, yek dimire yek dimîne di
                                                                  vê çîrokê da.
 
mirin û hesp dimînin, dengê rimbaud hê jî tê, lê helbest
                          dinale, li ber sekeratê ye, dibêjin. –
 

Saturday, February 1, 2025

Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir

 Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 
Çîrokeke berê me ez, ji xewna spîndarekî têm.
Ey hespê ku ez li ber deriyê çiyê pêrgî hatim!
Bireşîne bijîyê xwe, bibeze çardeşevê, bigihîje
                        wê bîra korr û bibêjê:
 
          Ka ew sosina li hewşê?
Ya ku min û bayê pê ra hevaltî dikir / li dorê
dizivirîn em – mîna dînê dinyayê.
 
Mıj di paşila dîclê da mit bûye, ez çavên xwe
vedikim li ber tava elindê, xeber ji min ra tên
xeber! Dibêjin, di bin siya spîndarekî, gihiştî-
                 ye mirazê xwe sosina li hewşê.
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...