Showing posts with label estetik. Show all posts
Showing posts with label estetik. Show all posts

Saturday, August 2, 2025

helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vekir

helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vekir
 
helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vedike, rûgeş.
 
bo yê ku tiştek li ser tiştekî nexistiye: ba, bayê gulanê
ye, yanê ev bang e – merivan li ser
           rê û dirban dixe.
 
xweza dixwaze, va ye çivîkên beytik vedigerine hêlîna
xwe, ava çêm kûr kûr dikişe, ewrên asoyên sor li ser
                                   serê me ra derbas dibe.
 
û di orta vê kêlîyê da hilma min her ku diçe dikemile.

 

Saturday, February 1, 2025

Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir

 Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 
Çîrokeke berê me ez, ji xewna spîndarekî têm.
Ey hespê ku ez li ber deriyê çiyê pêrgî hatim!
Bireşîne bijîyê xwe, bibeze çardeşevê, bigihîje
                        wê bîra korr û bibêjê:
 
          Ka ew sosina li hewşê?
Ya ku min û bayê pê ra hevaltî dikir / li dorê
dizivirîn em – mîna dînê dinyayê.
 
Mıj di paşila dîclê da mit bûye, ez çavên xwe
vedikim li ber tava elindê, xeber ji min ra tên
xeber! Dibêjin, di bin siya spîndarekî, gihiştî-
                 ye mirazê xwe sosina li hewşê.
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 

Sunday, December 15, 2024

helbest

 helbest

1. û di pêsîra min da xêlîya delala min heye. şîn.
 
    diçim. berê min ketiye çemê şivankuj, diqêre!
    dîlan e, roja êgir e, hêvîya min in hevalên min.
 
    newaya çiyê yî tu, ax, niştiman ti çi qas rind î.
 
2. helbesta me ye ev, li ber devê çêm tê xwendin.
 
    harehara dilê min e, agir vedije, ez vedijim ey!
    xwe diavêjime pêsîra hevalan, berr î bedew in.
 
    dîlan e, difûre şivankuj, delala min li vir nîn e.

Sunday, August 18, 2024

Kulîlka li mala bavê min ji vî zemanî nebû

Kulîlka li mala bavê min ji vî zemanî nebû

Ez ê vegerim, digot, kulîlka li mala bavê min.
 
Dibêje: ez ji baxê îremê me, koll û kavil, an jî
ji bêhna royê me ez, li ber pacê, her sibe, zer.
 
Hûn stranên xwe bibêjin, digot, ez ê vegerim.
 
Dibêje: bi awayekî ev bang e, an jî xewn e ez
dibînim, şev nîvê şevê li malekê, li sînor, reş.
 
Ez ê vegerim, digot, kulîlka li mala bavê min.

Saturday, July 13, 2024

di dîrokê da leyla hene: ron - serfiraz e leyla

di dîrokê da leyla hene: ron – serfiraz e leyla
 
li wir sekinî ye, şefeqa korr, bexda! ji ra bibêjin,
      kanê çelenga me leyla?
 
leyla, bo xwedê, bêje! tu berxa kîjan çiyayê yî?
      leyla, xewna te şîn e, şîn!
 
were, serê xwe dane ser çokê dîya xwe, ez ê bi
      gulîyên te alekê çêkim ji te ra!* -
 
di dîrokê da leyla hene: ron – serfiraz e leyla.
 


*devkî. belav bûye. wisa dibêjin.

Thursday, May 23, 2024

Kulîlk vedibûn hêdî hêdî li birca madirê

 

Kulîlk vedibûn hêdî hêdî li birca madirê

                                                     Xewn nebû, na!                    
Şeveqê hêdî hêdî diavêt / di rê da rastî wê qîzê hatim.
                                          Vîyan Vîyan!
              Gur, gur dibû dipekiya.
Porê te, dibêjim, Vîyan! Piltepilt, kê vedigire êvar êvar?
                               Dîtina ku min dît, haho hawar!
Dest û pê min lerizî, reşê qîr bû, bêguman leyla.
 
colên pêz ketibûne rê, awirên kêj dir, fîqîniya şivan bedew bû.
 
Kulîlk vedibûn hêdî hêdî li birca madirê.
                 Xewn nebû, na!
Destê xwe ji xaldî ra vekiri bû / bi vî nan î kim bi vî nan î!
Digot û dilorand.
    Ewqas jî dengşalûr bû.
 
Vîyan Vîyan! Rinda xorê, ka bibêje, tu heyî yî yan na? –

Friday, May 10, 2024

bibihîzin, digotin, em li ser rêya vegerê ne

bibihîzin, digotin, em li ser rêya vegerê ne

 
   bibihîzin, digotin, em li ser rêya vegerê ne:
 
bibezin bibezin ey hespên çiyayên heftreng:
binêrin û vî alî da werin hespên ksenophon!
           em ê konên xwe li vira vedin.
 
digotin, dê, bav, hezkirî: em zû da li vir in, zû!
sond dixwarin, şahid e, ev roja li ser serê me.–
 
ey rengên esmanê min, bayên çiyê û kulîlkê!
                                         bibêjin,
   niha, ev xewna kê ye ku em tê da dimeşin? 

Wednesday, May 1, 2024

Semîramîs Semîramîs Mîrzayê Dilê Xwe Digere

 

Semîramîs Semîramîs Mîrzayê Dilê Xwe Digere

Dirêj nekim! Gul hebû di destê Şamîranê da: Tûj!
 
Min wê rojê Şahbanû Semîramîsê di xewna xwe
da dît, bi leşkerên xwe ve hatibû Tuşpayê: Dagir.
 
                                    Go, rabe bigere, li pey hilma
min bikeve, bibihîze              
dengê min, bêhna min li wan dera ye, difûre, sor.
                Di nav sûretên bayê da me ez.
Bibîne, min bibîne!
 
Axirî ez rabûm/çûm, tiştên ecêb diqewimîn. Min
ew dît - di nav bayê Romê da: Axirî, go! Payîz bû.
(û hêdî hêdî xwe xwar kir ez paç kirim Semîramîs)
 
Dirêj nekim! Gul hebû di destê Şamîranê da: Tûj!

Monday, April 1, 2024

Jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr

Jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr

            Ka / ji min ra behsa xewna xwe bike / Sibylla
Sûretê te bûye spîqelqaş, mîna hîvê, tazî. Sibylla, tu kê ditirsî?
(jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr)
Rihê te agir e, dikele, tu delalîya xwe dinêrî mexmer mexmer:
                                                         Jerusalem!
 
Kulîlk î, kevin, kenanî. (vê qasê nêçîrvanê te ez im - bibihîze.)
(jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr)
Gevez; gulpegulpa dilê te ye niha, Sibylla, li ber derî çi difikirî? 
                            Jerusalem!
 
Ey şarê zer – tu dikevî – te hemêz dikin, egalreş in – tu dikevî.      
(jerusalem jerusalem veng veng pê pê elfesya di/kete bajêr)
Hilde, Sibylla, bira hespên min bi te ra bin, bifirîne ji dûrîyê ra.–

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...