bibihîzin, digotin, em
li ser rêya vegerê ne
bibihîzin, digotin, em li ser rêya vegerê ne:
bibezin bibezin ey hespên çiyayên heftreng:
binêrin û vî alî da werin hespên ksenophon!
em ê konên xwe li vira vedin.
digotin, dê, bav, hezkirî: em zû da li vir in, zû!
sond dixwarin, şahid e, ev roja li ser serê me.–
ey rengên esmanê min, bayên çiyê û kulîlkê!
bibêjin,
niha, ev xewna kê ye ku em tê da dimeşin?
No comments:
Post a Comment