Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere
li vir
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu
bibêje, lîrelîre!
Çîrokeke
berê me ez, ji xewna spîndarekî têm.
Ey hespê ku ez li ber deriyê çiyê pêrgî hatim!
Bireşîne bijîyê xwe, bibeze çardeşevê, bigihîje
wê bîra korr û bibêjê:
Ka ew sosina li hewşê?
Ya ku min û bayê pê ra hevaltî dikir / li dorê
dizivirîn em – mîna dînê dinyayê.
Mıj
di paşila dîclê da mit bûye, ez çavên xwe
vedikim li ber tava elindê, xeber ji min ra tên
xeber! Dibêjin, di bin siya spîndarekî, gihiştî-
ye mirazê xwe sosina li hewşê.