Monday, November 11, 2024

Bajar li ser pîya bû duh, ba dizûre îro û pênc seet berîya niha, li parqa sumerê, min şairek nas kir

bajar li ser pîya bû duh, ba dizûre îro û pênc
seet berîya niha, li parqa sumerê, min şairek
nas kir
 
em ji êlekî ne fêrîk, ava ku em vedixwin ji çiyê
                                                 dizê. –
 
fêrîk, gul kurmancî ye helbesta te, xalisreng e
di pêçeka elegezê da xwe xweyî dike, mezin di-
       be – mezin dibe, difûre.
 
biherike li cihê xwe biherike, birije ji çiyê, tu yî
                  ew berfa biharê,
                        birije,
                   pak î - zelal.
                                                                
Fêrîkê Ûsiv

Wednesday, October 30, 2024

Siwarên li pişt derî hespên xwe digeriyan

siwarên li pişt derî hespên xwe digeriyan

nêrgiza li mêrga dermalê berê xwe dabû tavê:

 
I. tarîstang bû, kevirek ji kuncika dîwêr qêrîya:
 
  go, hûn dibînin, haho hawar haho, bêdengî!
   li qadê, di nava gulan da pêşî hespan dikujin!
  go, navê hespê şêxê min derwêş e, bêdengî!
 
 
li hêvîya mexsed û mirazê xwe me, netemire. –
 
II. bayên gêlî, hespên reşkilkirî, hûn li ku man?
 
   pûşper bû, rengê mexmel bû zeman, têk çû!
    xewn têk çûn û hesp, berê wan ketibû bajêr
   digotin û dihatin, ji ber û xalîçeyan diniziliyan.
 

Sunday, August 18, 2024

Kulîlka li mala bavê min ji vî zemanî nebû

Kulîlka li mala bavê min ji vî zemanî nebû

Ez ê vegerim, digot, kulîlka li mala bavê min.
 
Dibêje: ez ji baxê îremê me, koll û kavil, an jî
ji bêhna royê me ez, li ber pacê, her sibe, zer.
 
Hûn stranên xwe bibêjin, digot, ez ê vegerim.
 
Dibêje: bi awayekî ev bang e, an jî xewn e ez
dibînim, şev nîvê şevê li malekê, li sînor, reş.
 
Ez ê vegerim, digot, kulîlka li mala bavê min.

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...