Thursday, March 21, 2024

xewna li ber deriyê hewşa jacqueline roqueê

 

xewna li ber deriyê hewşa jacqueline roqueê

I. 
li ser pişta min tabûtek tengalek, tê da tijî term!
              meşiyam meşiyam meşiyam
li çolê, bi tenê, rê û rê bê rênîş, di bin tavê da.
 
rastî refên çivîkên çoleme hatim; hilgirtibûn (ew)
ewrên baranê, difirîyan ber bi rojhilat, berê wan
                    li warê nêrgizan bûn.

 II.
jacqueline roque, picasso

(destên jacqueline roqueê bi hev ra girêdayî ne:
116 x 88,5cm. li dîwarê min daliqandî ye. rind e.)
 
çik sekinîm, berevajî bû cî - xan, filitîm ji xewnê!
 
III.
tabût: bîra min e korr bû / sînor e, êş û jan in jê
                                         dikişe
çol: kirasê min bû / rizî ye, xwe bi rihê min ve a-
                     landiye
rê: bêguman daristanek bû / dûr e, dimeşim, na-
                                         gihîjimê
tav: dirûnkarekî diltenik bû/dirûnkarekî diltenik
                                         e,
                didirû/t tenêtiyê bi tenêtiyê ve.
                                                                           (…)

Friday, March 1, 2024

imagism and imagism – lê ev helbest li gorî banga imagismê nehatiye nivîsandin

 

imagism and imagism – lê ev helbest li gorî banga imagismê nehatiye nivîsandin
 
va, tên ew hespên ji beriya zayînê mane: li ser piştên wan lejyonên roma-
yê, di destên wan da zagonên mamoste duce, kanto bi kanto dibêjin û tên!
 
digerin ha digerin, şa’irekî, di sedsala bîstan da.

ji min dipirsin, ku ye weston loomis? bi kelecan!
nizanim, nasnakim, dibêjim! berê wana didime
mediterraneoyê, hişê min da pirsên xwerû –ac/dc:
l’m on the highway to hell, ez li ser rêya dojehê
me!- gav bi gav ber bi ezra pound ve dimeşim!

reş in, mîna zagonên duce, reş! lê, ezra, na! şîn.
 
na na, ne fascismo / yê be mijara me, na! bala xwe bidinê, bes bes, em ê
li ser baxê îremê, the middle east, atthis û li ser the waste landê biaxivin!
 
(rê dawî bû, ez li ber deriyê dojehê me)
 
 
 
*nebû. ez ê paşê lê vegerim. belkî.

 

 

 

Saturday, February 17, 2024

Dengê Darê

Dengê Darê

bo Seyîdxanê Boyaxçî û Ennio Morriconeyî
 
        Kêr ji zireta gulê ye li vir
         di hişmendiya min da
    nexş û nîgarên bêhndar
             bi gulê ve
               hate vebirîn.
         Heyameka din jî, dîsa
         li hewayê dardakirî ma
             dem û dewran
         navbera du kanîyan da
         dem û dewran
         ax, min rihê xwe jî
             pê ve daliqand.
   Bicivin, werin, xwişk û birayên min
        ên delal, dilore
        — ev banga dengê darê ye —
             îroj şîn e, şîn.

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...