Nîgaş
Sivik. Moran bi moran e: dîwanek û
xuyangek.
Hebe tunebe
Sê sed û heftê sal e, dara gûzê li hêvîya mirazê xwe ye.
Hevalbendê qijika şîn
û çiyayê reş e.
Bipirsin, em hevsond in, dibêje. –

Min jimirî. Dara gûzê dara gûzê du çiqil e.
Qîj.
Dara gûzê niha di valahiyê da
diheje: ba û zêmarek.