Saturday, August 2, 2025

helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vekir

helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vekir
 
helena li ber devê çêm deriyê xwe li min vedike, rûgeş.
 
bo yê ku tiştek li ser tiştekî nexistiye: ba, bayê gulanê
ye, yanê ev bang e – merivan li ser
           rê û dirban dixe.
 
xweza dixwaze, va ye çivîkên beytik vedigerine hêlîna
xwe, ava çêm kûr kûr dikişe, ewrên asoyên sor li ser
                                   serê me ra derbas dibe.
 
û di orta vê kêlîyê da hilma min her ku diçe dikemile.

 

Sunday, July 27, 2025

helbest, hesp, rimbaud û kantata mirinê

helbest, hesp, rimbaud û kantata mirinê
 
I.
zeman teng e, li ber devê kêrê da ye, xwe diguherîne bi sor
                                                                       û gizirî.
 
rimbaud bi hespê xwe yê mexmer va derdikeve li ser dîkê
     êdî li hemberî helbestê ye: çake dibêjim, amade me
                            birijîne xwîna sor li ser xaka sar.
 
II.
hespê mexmer radibe li ser du lingan – zîn e: zeman teng e
yê kîngê biqede ev xuyang? lewra, yek dimire yek dimîne di
                                                                  vê çîrokê da.
 
mirin û hesp dimînin, dengê rimbaud hê jî tê, lê helbest
                          dinale, li ber sekeratê ye, dibêjin. –
 

Saturday, February 1, 2025

Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir

 Paşê, paşê te dibînim, navê te diguhere li vir
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 
Çîrokeke berê me ez, ji xewna spîndarekî têm.
Ey hespê ku ez li ber deriyê çiyê pêrgî hatim!
Bireşîne bijîyê xwe, bibeze çardeşevê, bigihîje
                        wê bîra korr û bibêjê:
 
          Ka ew sosina li hewşê?
Ya ku min û bayê pê ra hevaltî dikir / li dorê
dizivirîn em – mîna dînê dinyayê.
 
Mıj di paşila dîclê da mit bûye, ez çavên xwe
vedikim li ber tava elindê, xeber ji min ra tên
xeber! Dibêjin, di bin siya spîndarekî, gihiştî-
                 ye mirazê xwe sosina li hewşê.
 
Piçek Ciwan piçek jî Cohen, tu bibêje, lîrelîre!
 

kevir

kevir   girover î – te dibînim nabînim tu li wir î, tenê yî, na ne tenê yî      hevalbendê dîroka me ya rojane yî, her roj.   bêzar î – xwez...